texmîsî ’asî leser ẍezelî ’elî tehranî

From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 2 minutes  678 views
yar ewa hate tebessum ẍunçyekî nerdeme
dił betałan çûy supahî perçem û egrîceme
pêt biłêm cana leser çî min ke ḧał aşufteme
ḧelqe ḧelqey zułfî yarî min hemûy pêç û xeme
ta xem wipêçî debînim xwardinim pyêç û xeme
řojî ewwel bû ke zanîm min be ẍem têkeł ebim
mubtelay derdî giran û ’îşqî bê meḧsel ebim
herwekû perwane tûşî sûtnî meş’el ebim
wek çiray kułmey debînim min serapa heł ebim
şu’leyî řût kem ke cana banesûtêm bew şeme
def’eyê lutfê bifermû labe bendî dugmeket
bo temaşay baẍî sînet bote perde suxmeket
dił fîdayî lêwî ał û çawekey piř surmeket
zułfekanit lade ba dił bête baẍî kułmeket
ahuyî weḧşî ke dawî dît xeyałatî řeme
wek le diłma ẍem becarê bote hem dem taze min
namewê textî fereydûn cam û hem cem taze min
çem le mewcî beḧrî besrabûye lem lem taze min
namewê řêgay ḧîcaz û çahî zemzem taze min
le’lî nabit zemzemî min taqî ebrot qîbleme
’îlmî ’îşqit ger meraqe bêre seyrî cedwelî
serfî řûḧe bo wîsałit çawekem xo meḧselî
şertî ’îşqit pê nîşan dem ’asîPen name ya her meḧmelî
dîn û dunyay xot le pênaw pêyekey to na’elî
herserî heł naye êstakeş ewaney la keme