min gedayî derkî xotim padşahî ercumend

From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 2 minutes  689 views
min gedayî derkî xotim padşahî ercumend
řût û qût û bê newa û bê şi’ûr û mustemend
kwêre çawî derkî me’nam întîzarim bo meded
kewtime dawî nefis û şeytan towî çakem qet neçend
şahî şahan murşîdî xom ya ’ela’eddîn meded
çû le destim ’umrî gencîm řûm le ta’et qet nekird
sed esef bo řojî qyamet hîç lîbasim qet nekird
ḧesreta çon biçme meḧşer çakeyêkim qet nekird
ẍeyrî qapî ẍîretî to çareyêkim qet nekird
şahî şahan murşîdî xom ya ’ela’eddîn meded
çunke jyanim geyye axîr xem buwe min qametim
şahî min tedbîrî derman bê zexîrey qyametim
îstekeş pîr û ze’îf û ’aciz û bê taqetim
bote perde wa leser dił qeswetî bê ẍayetim
şahî şahan murşîdî xom ya ’ela’eddîn meded
wa lenaw beḧrî qesawet kewtime ser mewcî xeta
ger sefîney nûḧî lutfitibê necatî dił bida
ta ledestim der neçêtin sîlsîley řêgey xuda
hîç pena û melce nemawe her dełêm ya şah ’ela
şahî şahan murşîdî xom ya ’ela’eddîn meded
muddetî jyanim tewawe hate ser řoj û se’at
ya deqîqe û zeřře mawe ya nefes derçû nehat
wa le hengawî seferdam řêgeşim hat û nehat
nefis û şeytan bûne cerde wan leser caddey necat
şahî şahan murşîdî xom ya ’ela’eddîn meded
çîm le jyanî ’esrî êsta wexte şêt bim bê řya
tê defkirim her be carê perdeyî ’îsmet diřa
bote ’enqa nawî mawe cewherî maddey ḧeya
dîn û teqwa bûne gałte ḧurmetyan lay kes nema
şahî şahan murşîdî xom ya ’ela’eddîn meded
destî min damênî to bê toy ke sułtanî cîhan
bimxe jêr qebzey emanet ey ře’îsî ’arfan
min nexoş û derdedar û toş tebîbî ḧał zan
sed dexałet ey ḧekîmî derdî zumrey ’asîPen nameyan
şahî şahan murşîdî xom ya ’ela’eddîn meded