ya îlahî ’ebdî ’asî wa le qapît bo su’al

From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 3 minutes  782 views
ya îlahî ’ebdî ’asîPen name wa le qapît bo su’al
çerxî qudret wa desûřê hate serpayey melal
mîlletî îslamî têkda da’îrey ehlî zelal
her xerîkî dînî ḧeqqin takû bîken payemał
ey xudayî bê şerîk û padşahî zulcelal
çî beserhat dînî pakî ḧezretî fexrul’enam
şer’ û ayat û ḧedîsyan xiste pişt gwê bîttemam
çûne ser xû û řewştî mulḧîdî bê întizam
ẍeyrî to kêye bipirsê dadî mezlûm û ’ewam
çaweřêy lutif û ’îlacîn padşahî zulcelal
qetre awêk bû ḧeyaman sed esef řoyî tika
şîşeyî sefwet be berdî mîḧnet û qeswet şika
wa penaman birde ber fexrî řîsalet bo tika
kê heye yareb ’îlacî em qezîyey ta bika
ey xudayî bê şerîk û padşahî zulcelal
ta be key giryan û şîwen ya îlahel’alemîn
ta bekey herwa biřêjim min le dîde eşkî xwên
ẍeyrî qapî řeḧmetî to ey xuda bo kwê biçîn
řû le kê keyn ya îlahî ente xeyruřřaḧmîn
ey xudayî bê şerîk û padşahî zulcelal
beyse ba bes bê xudaya dîn řewacêkî nema
’acze lêman dexîle şahî xetmul’enbya
’alemîş lêk bote dujmin kes be kes řeḧmî nema
wa le giryan û fiẍanin qîsmî zumrey ewlya
ey xudayî bê şerîk û padşahî zulcelal
çaresazî em birîne û derdî bê derman etoy
saḧîbî erz û sema û řaḧîm û řeḧman etoy
bê kes û bê mał û bê cê xalîqî subḧan etoy
xawenî kursî û ’erş û lewḧ û hem asman etoy
bêne cunbuş beḧrî řeḧmet padşahî zulcelal
bote agir çoł û seḧra hem cîbal û kole şîw
’alemî sûtand be carê em bełaye nîw be nîw
çend minałî cwan û nask bûne bê bab û hetîw
ey penahî bê penayan ḧazir û hem kes nedîw
ey xudayî lamekan û padşahî zulcelal
to leber xatrî cenabî ḧezretî fexrul’enam
her be milwên kafirit hênaye bin ałay selam
ême xo her ummetî wîn bê şi’ûr û hem nefam
rebbî îslaḧman bifermû têk neçê ba întîzam
ey xudayî bê şerîk û padşahî zulcelal
sed esef řoyî ledestiman cewherî ’îlim û edeb
qîmetêkî way nemawe ḧurmetî esił û neseb
bûne dujmin wa legeł yek fars û kurd û ’ereb
qet le hîç tirsyan nemawe sedhezaran ey ’eceb
ey xudayî bê şerîk wipadşahî zulcelal
min ke ’ebdêkim xudaya řûsya hem zor denî
şermesar û piř gunah û min feqîr wito ẍenî
la tirdiwa alsa’lînArabicm min kebîst dił pêkenî
ayetî latqintiwaArabicşim hate yad û bûm xenî
ey xuday ’efu kunende padşahî zulcelal
beşqî şewxîzanî sadiq da’îrey ehlî sefa
hem be ḧiqqî řewzeyî piř nûrî eḧmed mustefa
řeḧim fermû ba xelas bê ezyet û cewr û cefa
ilfetêkman bêne nawa ’alîmî siřiř wixefa
ey xudayî bê şerîk û padşahî zulcelal
min ke ’asîPen namem ey xudaya toş ẍefûr û hem řeḧîm
lêm qibûł ke em du’aye ya mucîb û ya ḧelîm
ba legeł malum neçîne dozex winarî cehîm
ba nerencê şahî lewlak ya ře’ûf û ya řeḧîm
ey xudayî bê şerîk û padşahî zulcelal