hawarbirdin bo xizmetî pêẍember heta řicaman bo bikat (silî alle ’ilye û silim tislîma...)

From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 3 minutes  923 views
ya řesûlella çi qewma agirî buẍiz û ḧesed
kewtite naw îslam becarê giştî sûtand nîk û bed
ẍulẍuley fîtne û fesadî hate dinya bê ’eded
zehrî mîqrobî nîfaqe lêkî kird bab û weled
el’eman ey fexrî ’alem ya řesûlella meded
seyrî cergî ehlî me’na çon be carê bû bexwên
dûkełî sozî henasey çend hetîwanîş ke dên
ahî sîney germî mezlûm wa le kûçe û şar û dên
xwên le dîdey ehlî sefwet dête xwarê wek dełên
wextî îmdade delîle ya řesûlella meded
bezmî řakêşan û kuştin wa lenawman bû be baw
nałe nałî bab kujaw û axe’axî kuř kujaw
jin leser cadey desûřê bê nîqab řû hełkiraw
qewmî îslam lêk tiraza bû be sed fîrqey tewaw
ey supeh salarî ’alem ya řesûlella meded
î’tîbarî hîç nemawe qet ḧedîsî enbya
gałteçî ehlî ’ewamin ehlî ’îlîm û ewlya
xwar û mehtûk û řezîln qismî pakî etqya
ḧurmetî qur’an nemawe bû ẍelet řêy îhtîda
seyîdî ewladî adem ya řesûlella meded
dîn lenaw ’alem be carê wek hetîw bê dak û bab
mis’eley maddey ḧeyaman sed esef neyma ’îtab
bote ’eyb û lomekarî pêçe û perde û ḧîcab
lay diroye yaye xatim qyamet û ḧeşir û ḧîsab
metle’î nûrî nubuwet ya řesûlella meded
ger neye îmdadî îslam ḧałî kewtote şiřî
her bizane nûrî îman wa lenaw dił hełfirî
hełpeřîn wiçepłe lêdan zû ḧeyayan serbiřî
beḧsî mizgewt û cema’et ger weha bê têpeřî
bedrî asmanî řîsalet ya řesûlella meded
agirî înkarî dînî wa be şîddet hełgiřa
dînî îslam çuwe penawe û ḧukmî qanun derbiřa
boye çend mindałî sawa bê gunah bû serbiřa
çend melay ḧeqgo be naheq giştî yêqey dadřa
ey xizêney gencî î’caz ya řesûlella meded
bûne miftî ḧałî ḧazir cahîlî naxwêndewar
zehrî dîne giftugoyan pîstirin set qat lemar
herçî deyłên her diroye ḧîle baz û dem be har
dujminî şer’ û ḧedîsin bê wefa wibê wîqar
wasîtey kargahî îcad ya řesûlella meded
ey ḧebîbî zatî bê çûn hate fewtan ummetit
hîç pena û melce nemawe ẍeyrî qapî ẍîretit
riḧimة lil’almînArabicy to be řutbe û şewketit
bêje yareb bête cunbuş mewcî deryay řeḧmetit
cergî ’asîPen name piř le xwêne ya řesûlella meded