le qisey kurdîyewe ełê carêk yaprax û...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  550 views

le qisey kurdîyewe ełê:

carêk yaprax û kifte û biřwêş û turşaw, bû be şeřyan. kifte be biřwêşî wit: be xêr toş nawî xotit nawe şit? ne tamêk û ne şitêk, ke çî teşrîfîşt dête dîwexan. yaprax řûy kirde turşaw witî: řengibê toş fîzê le xot binêy û biłêyt şitêkim? ne nane řeq xoy leberta egrê, ne xepley herzin ewêrê tuxinit kewê, ne keledoyne pêt ewêrê, bełayekît kewtiwîte em nawe û serit le ’alem têkdawe. turşawîş be wî wit: xo min hîç nebê wam berewe, to ełêy deste bûxçey tazebûkî naşîrînî ,çiruk tundutoł xotit pêçawetewe û kes nazanê nawiskit çî tyaye û destî xełk ebřî, eger fiřufêłit tya nîye û řast ekey, bo çi wa xotit pêçawetewe? «karwanaşî» ş le goşeyekewe bû, gwêy lê bû, lejêr lêwyewe witî ewe ełên çê? hemû be carî lêy hatne deng, wityan: «tuxwa dem û fiłqit bere bewlawe bê tamî awî «xase», pîsî kere! lem heraye, piław nustibû, xeberî bwewe, kokeyekî bo kird û be fîzêkewe witî: «erê hetîwîne, ew herayetan le çîye? emanîş wityan: qurban aẍa, kê legeł toyetî».