kabrayek lew kurdewarîye kuřêkî hebû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  421 views

kabrayek lew kurdewarîye kuřêkî hebû, dinya zistan bû, kuře her eçuwe ber befru sermake. bawkekey her çend hawarî lê ekird, kuře řołe were jûrewe nexoş ekewî kuře gwêy ne’edaye. řojêk befrêkî zor barîbû, çuwe serbaneke bo banmałîn. bawkekey gelê hawarî lê kird û lêy pařayewe ke bête xwarewe û em bane nemałê. pêy wit, řołe cergim mesûtêne, were xwarewe. kuře hîç wekû gwêzî bo bijmêrin wabû. înca bawkeke hat, kuřekey kuřêkî korpey hebû, her baweşî kird be kuře biçkoleda û birdî le serbefreke dayna. kuřekey xoy le serbanekewe çawî lê bû, lewê agirî têber bû bangî kird: «ay babe! ewe bo ew kuře leser ew befre da’enêy? axir nazanî nexoş ekewê? de laybe. laybe bo xatrî xwa, kize le cegirmewe peyda bû» bawkekeş witî: «řołe, to bo eme çonît, minîş bo to wame, ey bo çi her hawarit lê ekem gwêm nadeytê».