seydi’bdalḧkîm bo gêřamewe witî kabrayek...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  500 views

«seyd ’ebdulḧekîm» boy gêřamewe witî: kabrayek hebû, zor tûře û kelleşeq bû. tełaqî jinekey zor eda. dû car tełaqî dabû, hatne lay min bom çak kirdinewe, hemû carîş pêm ewt biram tełaq mexo xirape. pyawê pyaw bê tełaq naxwa. ewîş eyut: qurban carêkî ke îtir gûy wa naxom. witî zorî pêneçû ewendem zanî dîsan hatewe û witî: qurban tełaqim xwarduwe bom çak kerewe, witim bira taze çak nakirêtewe û biçne lay melayekî ke. ke çî witî: «axir qurban çon biçîn, ême muşterî toyn, çon ebê biçîne lay yekêkî ke! ta êsta emut xom gûm xwarduwe. êste ełêm bawkîşim gûy xwarduwe. de qurban emcareş boman çak kewe». witim nabê û derim kirdin.