kabrayek nawî ḧememrad ebê...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  465 views

kabrayek nawî ḧememrad ebê, şayer ebê, ḧeqayetxiwan ebê. legeł qeytûlî kuřî lale serḧeda birayetîyan zor xoş ebê. qeytûlî emrê û ḧememrad be şîwen û bawkeřo, eçê bo ser termekey. lale serḧed ew serdeme mabû, bełam çawî kwêr bûbû, ke dengî horey ḧememrad ebyet, ełê: ’eşîret ewey min bizanim deng dengî ḧememrade? ełên: erê be xwa ewe bawkeřo eka! lale serḧed be yekê le kuřekanî ełê: a tifengêkim bo bêre. ełê: bo çîte? ełê: «çilon qeytûlî mirdiwê û ḧememrawê dwît bawik mawê! wew sey saqe eger desî we des xwawe wê toy bîkujim». îtir xełkeke pałê be ḧememradewe enên û derbazî eken.