kabrayekî kurd çû le zeweyyekda dû men...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  486 views

kabrayekî kurd çû le zewyekda dû men herzinî çand û witî; eme nanî îmsałim. bo negbetî baranêkî zor barî, lafaw hesta û hemû herzinekey bird, ke kabrake hat û seyrî kird herzin nemawe, destî daye «qoçeqanî» û çuwe ser berzayyek gelê berdî bo asman hawîşt. pyawêkî jêr çawî lê bû, bo şewê çû cûtî xoy sî men genmî le cê herzineke çand, le dway çend řojêk nardîye lay xawen herzin witî; bêt temaşay bika herzinekey řwawe. ke kabra çû seyrî kird, le batî gał genim řwawe, řûy kirde asman û witî: «ha bira! heta şeqey qełmaskit nedî, gałit nekird we genim».