kabrayekî konefroş hebû le suleymanî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  503 views

kabrayekî konefroş hebû le suleymanî «se’ol»y naw bû. be naw şara esuřayewe bangî ekird: «kewa kon, kirase kon, sełte kon, małî demare tutnî bê demar». êwareyek nwêjî şêwan le mizgetî mełkendî nwêjî be cema’et ekird, ke nîyetî dabest lebatî ewe biłêt; alilh akbir be dengêkî qaym witî; «kewa kon». xełkeke hemû destyan kird be pêkenîn û nwêjekeyan biřî û wityan: eme çî bû? witî: «be xwa lam wa bû wam leber małî mîna xanmam».