kabrayekî xełkî bawe koçek lay hełebce...
From the Book:
            Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
        By:
                Alaaddin Sajadi (1907-1984)
        
             1 minutes
             1324 views
        
        
    kabrayekî xełkî «bawe koçek» lay hełebce, ke kone koçerê bû, kuřêkî çûbû bo feqêyetî, kuře le paş sałêk dêtewe bo małî bawkî bo dîdenî, destê cilî cwan û pak û puxtey le bera ebê, cûtê qonderey tazey le pêya ebê, hemû car be pajnehełkêş le pêy eka, feqê le paş çend řojêk egeřêtewe bo xwêndinî xoy, xełk û xwa le bawkî epirsin û ełên: erê xałe! ḧeme dyar nîye, yêjî çûgesewe? ewîş ełê: ḧemey kuřim we hême řazî nawê, kewş we çimçe heł’ekêşî kełkî biřyage yêjê min feq feqêm!