şêx baba ’elî tekyeyî carêkyan eçêtewe...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  689 views

şêx baba ’elî tekyeyî, carêkyan eçêtewe bo tekye, le řêgada şewêk le awayî «kune kotir» emênêtewe. kune kotrîş hemû xizim û nasyaw bûn, eywîst hemûyan bibînê, êwarê bo nwêjî şêwan çû bo mizgewt û xerîkî destinwêj şitin bû, temaşay kird xełkêkî êgcar zor le naw berdekana le tenîşt yekewe danîştûn û hemû le piştênan berew jûryan be dereweye, ew şwêneş nizîkî kanîy jinan bû. pirsî: ew ḧeşamate çî eken lewê? wityan: qurban ewe ’abxaneye û ew xełke leser pêşawin. babe ’elî witî: kuřim lewe çaktir dest nakewê bo çawpêkewtinî xizman. destinwêjî le nîweda becê hêşt û xêra çû be beynyana witî: selam û ’eleykim û danîşt, yekeyeke řûy tê kirdin û destî kird be merḧeba û çakuçonî legełyan, qutuwekeşî derhêna heryeke cigereyekîşî danê.

xełkeke emeyan çawpêkewt heryeke be geł û gûnî berełławe řuwew şêwêk hełatin, babe ’elî witî: bira boç hełdên? min bo lay êwe hatûm, lêre nebê wa be komełî le şwênêkî tir natanbînim.