ełên ewe kabra jinî heye û eçê ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 4 minutes  1262 views

ełên ewe kabra jinî heye û eçê jinêkî tir dênêt, lew wexteda ke bûk egwêzrêtewe û dête jûrewe, jine koneke mencełêkî řeş dênê serewnxûnî ekatewe û eçête serî, çûne ser mencełeke û hatne jûrewey bûkî taze, ebê yek bigrê, goya em îşe bo ewe eka ke bûkî taze leberçaw mêrdekey bikewê, xo eger byewê îşekey çaktir ser bigrê, hendê «kil»yişî bo ḧewa eda, ca bîgrê ya neygirê ewe şitêkî tire, eme dîsan her bo ewe, ke mêrd lût be tazebûka neyenê.

ełên eger mang xermane-axley da, ewe nîşaney barane.

ełên eger ba le lay qîblewe hat, ewe nîşaney barane û pêy ełên «bay řijêne».

le naw kurdida bawe: jinan eçin bo ser «şexis», her jine be nyazêk řêzełe berdêk heł’egrê û nyazekey xoy le diła ełêt û berdeke enûsênê be kêlî gořî şexsekewe, eger kêleke řêzełe berdekey girte xoy, ewe nyazekey cêbecê ebê, eger neygirt hîç.

le naw kurdewarîda bawe eger yekê «qeyçî -meqest»y da be dest yekêkewe, řaste û řast naydatê, ya boy da’enête ser zewî, ya emete eyxate ser piştî destî xoy û destî bo řa’egrê û ewîş hełî egrê.

ełên jin lew wexteda ke «gunk»y hewîr le swêneke heł’egrê, eger pirzołe le gunkeke bowe û perit buwe derî swênekewe, ewe nîşaney eweye mîwan dêt.

ełên mindałî sawa ke destî kird be giskidan ewe nîşaney hatnî mîwane.

ełên mirîşk ke be lada ekewê, elên ewe barî xistuwe, nîşaney hatnî mîwanêkî waye ke be bare dyarîyewe dêt.

ełên pişîle ke demuçawî eşwa, eger destî hêna beser gwêçkeya ewe nîşaney hatnî mîwane.

ełên mirîşk ke xoy dozî nîşaney eweye ebê be keweřoj û paşan be baran.

ełên wirç ke agirî çaw pê kewt, ekewête cambaze û boy der’eçê, be hîç corê nawêrê nizîkî bikewê.

ełên ke pyaw be şew çiray pê bû, seg îtir tuxnî nakewê.

ełên herkes niqurç bigrê le «dome jin» çeqo be destî çak tîj ebê.

ełên pyawê ke lûtî zil bû, de’bakeşî zile, afretê ke dimî zil bû, bîlamanê -wanêkekey- «maşełła» firawane.

ełên yekê tîke parû le yekê bifřênê, ya bîxwa, ebê be şeřyan.

ełên mirîşk ke popey sûr kird, ewe îtir deme demî hêlke kirdinyetî.

ełên ke geła «kun» kira, baran ebarê.

ełên le dway kêle berdînekirdin, baran ebarê.

ke řeşewłax «bapêç»y kird, kałe konî le mil eken.

le wiłatî kurdewarî ke mang gîra, tepił lê eden û tifeng eteqênin.

ełên ke bêwejin gwêzrayewe, hełamet peyda ebê.

le wiłatî kurdewarî ke nanî şayî bûk exon dest naşon.

ełên însanî paredar, kiławî çiłkine.

ełên yekê dûmełî lê bê, ewe paredare û derî naxa, dûmełekey derî exa.

le wiłatî kurdewarî ke mangî sefer eřwa, dîzey řeşî be dwada eşkênin.

le naw kurdana wiłaẍî xoşewîst, murûy şînî le mil eken, leber çawezar.

le řewştî kurdekane ke bûkyan gwastewe, kełeşêrî besera heł’eden.

ełên ke bûk egwêznewe swarî maynî eken.

ełên pyawî bê jin, le goy agirdana ke dûkełî bo çû, ewe jinî cwanî bo ebê.

ełên afret ke girêy çarokekey kirayewe, ewe mîwanî dêt.

ełên eger yekê benewxiwênî pisa, ewe îşêkî naxoş dête pêşî.

le naw kurdewarîda nałe şikaw eken beser koşk û xanûy tazewe, bo çawezar.