le řewşî kurdekane ewa bûk dênin ke...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  1180 views

le řewşî kurdekane ewa «bûk» dênin, ke geyşte cê, zawa eçê le dûrewe sêwêkî tê egrê, herweha lew wexteda ke bûk pê enête naw derwazey ḧewşey zawawe, zawa qamîşêk egrê be destewe û eyda leser serî bûk, goya bem nîşane samê enîşête serî.

dîsan lew wexteda ke bûk le jûrewe danîştuwe û pêxesuwekey be layewe û zawa eçête jûrewe, (eçête perde) ke em serî kird be jûrekeda bûkeke ebê hestê, pêxesû destî egrê û eydate dest zawa û ełê: «ewe jineket». zawa destî jin egrê û lew wexteda, çi bûk, çi zawa, koşşî ewe eken ke pê binên be ser pêy yeka, goya herkamyan pêş kewtin, ewe îtir samî emyan enîşêtewe ser ewyan, xo eger bûkeke emey bo řê nekewt, zawa yekem car ke daway awî lê eka, bûkeke heł’esê awî bo bênê lew wexteda bebê ewey zawake agay lê bê, qumê le aweke ekate demîyewe û eykate naw camekewe, emca eyda be mêrdekey bîxwatewe, eger em îşey kird, goya samî enîşête ser mêrdekey û îtir be arzûy xoy eyřanê.