yekê ke berî lepî řastî xura maç...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 5 minutes  1684 views

ełên «seg» ke lûranî da, kewşî bo hełnegêřnewe, le lûre nakewê.

le naw kurda bawe, ewa yekêk pêławekanî da’ekenê, ke day’ekenê dwacar seyr eka pajnekanyan řûyan kirdote yek, heł’esê eçê le beryana da’enîşê be her dû dest pêławekanî heł’egrê eyantekênête koşîyewe, pêławekan da’enêtewe. paşan dest ebate koşî û çingî piř eka û eykate gîrfanîyewe, dyare hîçîş le koşya nîye, bełam her wa ekat, goya eme nîşaney eweye ke mał û pareyekî pê egat.

yekê ke berî lepî řastî xura, maçî ekatewe û eyxişênî beser serya, bew core xûrwekey la’eba, eme manay eweye ke parey dête dest, xo eger ber lepî çepî xura, ewe manay eweye ke parey le dest ebêtewe, her eyxurênî û hîçî tir.

lew wexteda ke pyaw pêławekanî da’ekenê, eger swarî yek bûn, ewe manay eweye, seferî ekewête ber, ca lûtî kewşeke le kwê bû seferekey bo ewêye.

ełên pyaw be şew gwê bixate ser erzeke û hestî xoy bo řagrê ta ḧew fersex çi dengêk hebê gwêy lê ebê.

ełên eger yekêk çûbû bo sefer û karwan, qeleřeş hat û beyanyan le dewrûberî małeke destî kird be qiřeqiř, ewe hatnewey keseke le seferekey le îmřo û sibeydaye.

ełên eger be zistan -ba řojîş zor xoş û hetaw bêt- çoleke pelamarî jûrî da û destî kird be hełpekirdin bo danxiwardin, ewe befrêkî zor qurs ebarê û řeşayî le zewî ebřê.

ełên le řojî hetaw û xoşî zistana, eger çoleke destî kird be melekirdin û bałefřikê ewe baran ebarê.

ełên eger cum’e bwaro şenbe woş kero, şenbe bwaro penc û şeş kero.

ełên her êwareyek řoj le hewar awa bibêt, nîşaney baran barîne.

ełên eger hewr çû bo řojhełat, biřo bo karwan û baran nabarê, eger çû bo lay başûr, ewe baran ebarê, le małewe der meço.

ełên «şaxî mar» bikirê be meşkeda, beremeşkey zyad ebê.

ełên ke mar topênra, ta nekewête şew û çawî be estêrey xoy nekewê be tewawî natopê.

ełên mûrûy şîn bo çawezar başe.

ełên dûkełî tepałe bo řewe mêşûle başe.

ełên «girê»y dar gwêz le beharana her karesatêk le nizîkewe řû bida, ya her şitêk bewêda têpeřê, lenaw ewa wêney egîrê.

ełên jin û xanû û wiłaxî berze, wimyan bo heye.

ełên pyawî pişt mil pan, bê eqłe.

ełên pyawî mû sûrî kurte bałay hengaw zil, ba zor çakeş legeł yekêka bika, axrekey zyanî her lê ebînrê.

ełên cil, ke le bera dûrayewe pînekar hejarî dênî.

ełên be şew geskidan xirape.

ełên be şew mencełî řeş dan bo xwastin xirape.

ełên afretî leş pîs, şîr bixate ser agir, şîrekey ebziřkê.

ełên kirasî sûr, kiç zû gewre eka.

ełên her hawînêk zor germ bû, ew zistane ke be şwênya dêt, zor sard ebê.

ełên yekê ke jêr pêy xura, ewe bo sefer û karwan eçê.

ełên pêstî simore bo kîse pare ser be řizqe.

ełên yekê serî çawî çep û çawî řastî bifřê, tûşî xêr ebê.

ełên yekêk ke le deştewe be řêgeda eřoyşit, kerwêşk řêgekey biřî, xirape. eger řêwî biřî, çake.

ełên kiław be wergeřawî leser binêyt giranî ebêt.

ełên yekêk ke çû bo sefer û karwanêk, eger pêyan xoş bû bigeřêtewe, awî řûn řo eken be şwênya, xo eger lêy bêzar bûn û neyanwîst îtir bêtewe, dîzey řeşî be şwêna eşkênin.

yekêk ke wîstî biçê bo şwênêk, ya wîstî îşêk bika, eger lew wexteda yekêk ya xoy carêk pijmî, ełê ewe sebrî hêna û îtir dest nada be îşekewe, xo eger dû car pijmî, ełê ewe cextî hêna û zor çake eçê be şwênyewe.

ełên be şew geskidan hejarî dênê, ca leber eme eger hat û şew pêwîst bû gesk bidrê, ewe pûşêkî lê eşkênnewe, ya geskeke egirin be giřî çirakeda tozêkî lê esûtê, ew wexte geskekey pê eden.

ełên eger yekê be şew temaşay awêne bika, eçê bo ẍerîbî.

ełên be şew nînok kirdin xirape.

mirîşk her ke xwêndî, xêra dênin serî ebiřn, ełên ewe weyşûmeyekî pêweye, ke ser biřa, îtir weyşûmeke eřwa û řû nakatewe ew małe, herweha kełeşêrîş ke paş şêwan û paş xewtinan xwêndî, ewîş her ew semereyey heye û serî ebiřn.