ferdî tenyay tak

From the Book:
Dîwanî Şaho
By:
Shaho (1882-1971)
 2 minutes  1050 views
ferdî tenyay tak ...
ce ’eyb bê berî, ce alayş pak
bê tate û furzend bê şerîk bê bak
bê yage û mekan, řafî’ alaflakArabic
małêke milûk şehenşay kewnîn
ḧakmî mutłeq ’ilî al’almînArabic
îcad kunundey mexloq ce ’edem
aferînnidey ’alem ce qêdem
řozî dehêndey ’imûmî zîroḧ
pey derûn tengan dehêndey fitûḧ
xarêcî humum, xembaranî zar
kaşfî ẍumum diłanî piř xar
řeḧim ker weḧał diłey ẍerîban
necat dehêndey yusif ce zîndan
ya řeb we ḧacet, zulcelalî wêt
be zat û sîfat layezalî wêt
be adem beşîs be nûḧ be eyîwib
be hûd be sałeḧ be yeḧya û be ye’qûb
yařeb be xelîl be îsḧaq îdrîs
yařeb be dawud «zwalkifil û circîsArabic»
...............Missing hařûn û mûsa
be suleyman û şu’eyb û ’îsa
be pêẍemberan enbyay mursel
be «ulul’ezman» baregahî feził
dîsan be ḧacet fexrî murselîn
xoşewîstî xas rib al’almînArabic
xatim alirsil, hadî alisbîlArabic
şafi’ alzinubArabic, řafî’ al’ilîlArabic
sîd alkunîn nur alimşirqînArabic
nîru al’alimArabic, şims alḧafîqînArabic
miḧimd aḧimd tih, û yasînArabic
mistifî mirsil ’ilî alisqilînArabic
yařeb be sidîq, be ’edlî ’umer
bew no ’usmanî, be şêrî ḧeyder
be ḧemze û ’ebas be telḧe û zobeyr
be se’d û se’îd mubeşir be xeyr
be kizey sîney zehrayî betûl
bedû newnemam ewladî řesûl
bew no esḧaba şehîda bedrî
be saḧêb şimşêr nego û xeyberî
yařeb be ḧacet ’aşiqanî wêt
be muqeřeban lamekanî wêt
umêdim êwen be feził û be řeḧim
bibexşî gunam be lutif û kerem
............Missing
ce kerdey bedî wêm şermesarim
serapa ẍerqey beḧrî ’usyanim
serkirdey cergey gunah karanim
defterm ce řûy wêm sya teren
řeftarî bedim ce «bed» bedteren
sedbar řûsya û ser’efkendey tom
umêdim be ton, kemtir bendey tom
ger to nebexşîm, we gewrewîy wêt
kên îtir penam? to buzirgî wêt