were ey dił muheyya be ewa nûrî hîdayet hat

le wextî pêş řabîtey murşîd ewe bixiwênewe
From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 1 minutes  626 views
were ey dił muheyya be ewa nûrî hîdayet hat
biřo ey nefsî emmare şehnişahî wîlayet hat
le sîney xestexanemda birînî qesretit derxe
cenabî şahî murşîdman ḧekîmî piř dirayet hat
be çawî me’newî el’an deka keşfî hemû esrar
xusûsen bo tedawî to ewa ehlî se’adet hat
nebê bakit le azarî ḧekîmî ḧazîqe bîlla
şîfabexşî hemû derde be dermanî selamet hat
be destî nefsewe ’asîPen name xerîkî zar û azarî
îmamulwasîlîn ey dił leser řesmî ’yadet hat