bexoşî hatim ey guł bibme xarit

çûme xizmetmela miḧemed emînî. çûm ḧeyderî lewê ḧazir nebû legeł be’zê řefîq çûbûne pyasey minîş ewem nûsî
From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 1 minutes  690 views
bexoşî hatim ey guł bibme xarit
esef qurban ke meḧrûm bûm le dîdarit
xudaḧafiz legeł erbabî dînit
nekey dinya bikeyte yarî karit
legeł erbabî na ehla be carê
dexîlit bim nefewtê hoş û efkarit
eger wabê le sê lawe giriftarî
ledest şeytan û nefis û hem řefîqî bed şî’arit
řefîqî bed le şeytan pîstire bêşk
ke çunke dujmine bo dîn û karit
dexîle xot biparêze be cîddî
le qewl û kirdewey bedkarî yarit
beřastî xot neparêzî bequrban
dibîte gałteçî bo yar û eẍyarit
tedawî ew birînet zeḧmete zor
beẍeyrez fikirî parêzit bewella qet nîye çarit
kewa bû xot tebîbî ḧałî xot be
be gurcî tê bikoşe û labe azarit
mutabîq ke hemû fîkirit legeł nawit
emîn bin ta le qewl û fî’il û etwarit
wekû ’asîPen name mebe bêhoş û bêbak
mede dest kes dexîle řaz û esrarit