namekey wextî fîraqit hat be eşkî xwînewe

From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 2 minutes  776 views
namekey wextî fîraqit hat be eşkî xwînewe
agirî ’îşqit le diłma wa be tek binzînewe
çaweřêy wesłî etoye ten be carê damrê
katî wesiłim min meraqe çîm be maddey jînewe
wa leçînî zułfî toda pê le kotî ’îşqî tom
çînî egrîcey etom bê çim be ser maçînewe
beynî ebrot secdegahî ’aşiqî dił xesteye
ẍunçeyî lêwit demî da wa beser perjînewe
min ke çawim her le toye toş be ’îşwe řû ke min
ta nîsarî meqdemit kem řom be qustentînewe
suxme ałî qed sinober lêm bipirse def’eyê
pêm biłê ḧałit çiłune to bedem nałînewe
çaw řeşî ebro kemanî bo be kuştin ḧez dekey
şahîdim mujganî xotin bew biroy qewsînewe
şahîdêke řojî meḧşer bo şehîdîm wek be çîn
min be řengî zerdî xom û toş be pencey xwênewe
’alemit kirduwe be ’ibdulafî salarît heye
bew kiławey larî xot û çawî xummarînewe
bo şerarey narî ’îşqit şahîdit bo bênme řû
wek henasem geyye zułifit perçemet lerzînewe
seyrî neş’ey diłberim ken wa be lence kewte řê
bew keway gułdarî zerd û qondirey lapçînewe
min be destî ’îşqî towe řû gułî gerden bilûr
bulbulêkim zor perêşan wam be çeng şahînewe
bo tewafî ke’beyî řût hatûm men’im meke
cêjnî qurbane sibeynê bimkuje memjînewe
tîrî ’îşqit da le cergim mewcî xwênim geyye dił
xwên le her dû la be da’îm tik be tik etkênewe
kuşteyî tîẍî birote bê kifin bîşarnewe
ta biłên ’asîPen name şehîde xwênî geş be birînewe