besyetî ey qewmî kurdî ba weten nebřêtewe

em şî’rane le te’rîxî 1340 y hicrî damnabû le lam nemabû. we anûsîmewe. ew wext mekteb taze peyda bibû
From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 1 minutes  835 views
besyetî ey qewmî kurdî ba weten nebřêtewe
agirî asarî mîllet çak weye nekujêtewe
bo xezêney ’îlim û ’îrfan cehle řêgey girtuwe
derkî dîwanî şefa’et bo le kurd nekirêtewe
řûḧî dinya xakî kurde ba’îsî jînî hemû
çake dergey ’îlim û ’îrfan ba lenaw bikirêtewe
xołemêşî xakî ême bote cewher bo wiłat
ḧeyfe ba ew me’denane qet le kurd neşrêtewe
ba çuẍey şimşîrî ẍîret wa be destî êmewe
sed dexîl ey qewm û mîllet ba le dest nekirêtewe
xakî ême ey řefîqan dar û berdî gewhere
cêy jyane wek beheşte cehlî tya dexulêtewe
her du’agotane ’asîPen name bo weten buwe canfîda
şî’rî xoştan bo denêrê ew diłî dekirêtewe