çend zemane kurd denałê bem şirînqew bencewe

From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 3 minutes  874 views
be munasebetî newroz dawayan kird şitêk binûsim. minîş benawî bexêrhatnî qa’îmqam û amîr fewc û çend şî’rêkim be ’erebî û kurdî nûsî le 1392y hicrî û le 1972y m
çend zemane kurd denałê bem şirînqew bencewe
çû le destyan nîştimanyan gişt be ẍezne û gencewe
kewtine berdestî ewaney xwênî cergyan fiř deken
řenceřo bûn takû demirin bew nexoşî û řencewe
şêrî ’îzzetman esîre wa le çing řêwî nîfaq
gurgî bêgane demanxiwa wa be pîr û gencewe
aferîn bo kurdî pêşû bûne yek dił bo hucûm
seyrî kawe çon zuḧakî xiste gêj û mewcewe
tefreqe bote řewştiman fîkirî serkewtin be çî
bibne yek sef ba nefewtên bew demaẍî gewcewe
herwekû dîwarî poła bibne yek parçe hemû
çît le nakokî û meraq û pirte pirit û mincewe
řojî newroze ’ezîzan ewwelî fesłî behar
katî şayî û hełpeřîne zor be lar û lencewe
fermû ba hestîn biçîn û seyrî nawbaẍan bikeyn
şořebî biskî delerzo řû be řûy egrîcewe
ẍunçe dête pêkenîn û bulbulîş êşk çîye
bełkû îmřo xoy bibînê lêw be lêwî ẍunçewe
bonî beybûn û hełałe û sûre guł têkeł ebê
nîrgis û lale û binewşe bew giłûkî qincewe
yekketî bû kewlî kawey kirde beydaẍî necat
xwênî napakî zuḧakî kirde kone kuncewe
toş lebatî bezim û şayî çake ’îbret wergirî
darî fîtne hełqenên zû be řîşe û pincewe
sał be sał wa dêtte berçaw hêrşî kawey dilêr
goştî gurcîley zuḧakî wa be nûkî pencewe
pêm biłên kurdî ’îraq kamey le kawey kemtire
ax xerîkî daş be daşin wa be ferd û zewcewe
şêrî mestî ême êmřo kakî kurd, berzanîye
xoş tebî’et nerim û nask bew letîfî û lehcewe
wek piłingî çing be xwêne şêrî neř dênête daw
ew serok û piştîwane bew qełat wiburcewe
çiple lêden her dû latan dengî filîḧya al’irbArabic
ba biçête mêşkî ’alem ta be çîn û zencewe
řû le xwa ken qewmî kurdî dîne êwey birde pêş
řû kene řêgay hîdayet zû be pîr û gencewe
sed esef mûxî demaẍman bo genî kird tefreqe
’asîPen name ta mawe degryê bew şirînqe û bencewe