bo kesêkî piř şi’ûr û ehlî zewq û deyqiqete

From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 1 minutes  656 views
bo kesêkî piř şi’ûr û ehlî zewq û deyqiqete
têdega ger le şarî koye yek nimûney cennete
gułşen û gułzare dewrî feslî hawîn û behar
payzan bazařekanî piř le xwanî nî’mete
warîdatî çeşnî baran sadîre wek terzeye
ax lebo yek merdî ẍemxiwar bo eday em xizmete
dewrekey wek lanî şêre piştî hêlaney piłing
pyawî ’aqił têdegatin zeḧmetîşî řeḧmete
zor sexî tebi’ û řeşîdin her wekû ḧatem hemûy
řojî lîqewman temaşa gişt şî’aryan hełmete
’aqił û hoşdar û zîrek qismî mindałî hemûy
nêr û mêy herdû şerîfin ẍayeyan her ’îsmete
girdî bawacî nimûney kêwî libnane biram
mirqedî eyîwbe sultan paytextî heybete
diłnewazan bo ẍerîban ehlî însanin hemû
şêrî mestin řojî qewman arezûyan hełmete
’asîPen name wazbêne ’ezîzim bêkese to şareket
boye da’îm kuncî sînet piř le dax û ḧesrete