dad le dest me’mûrî îngilîz çon lelayan sunnete

From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 2 minutes  716 views
dad le dest me’mûrî îngilîz çon lelayan sunnete
zulmî ře’ye û bê newayan wa le nawyan ’adete
pêy dełêy min zor feqîrim ey cenab bo řêy xuda
pêt dełê siktir be eḧmeq bîde emrî ḧukmete
derheqî ře’îye û feqîran xofî xwayan qet nîye
nawçewanyan bîl’umûmî da’îma piř setwete
be’zekyan çerçî ze’îfin fêrî dołme û hem piław
êstekeş dest kurt û nabut pak henawyan let lete
wek sedukel ger le şwênê bonî şîwyan bo biçê
her le wextî nîweřowe aẍe meylim xidmete
paşî meẍrîb şibhî çaweş fês şiř û çaket diřaw
sûře sûř û dest be fanos hewlî çaye û de’wete
bab û bapîryan biřawe kurd ziman bûn xas û ’am
êste turkin ta biłên her îş be destî ḧukmete
wîrd û ewradyan be carê beḧsî eẍnam û zekat
şew le xewyan dest dehênin wa dezanin řîşwete
be’zekyan konin le zulma mîslî řêwî qemçuẍe
ḧîlebaz û xwanetirs û załim û bêmrwete
bo tewazu’ zor xerîkin derḧeqî kebtanekan
lefzî saḧîb çak dezanin çend řewan û sîḧḧete
mirdinî pê xoştire nek pêy biłên hêdî fininş
bê me’aş ger sed tucar bî her lelayan zeḧmete
bo teşebbus şarbeşar û dê be dê ’ewdał debin
ey xuda çît kird legeł min çon biřam lem nî’mete
nanî kesbyan la ḧerame ’are pêyan kasbî
řût û qerzar û tehî dest seyrî ken lem negbete
ger le bazař dû kulêrey firit û fêłyan dest kewê
bangî ḧemmalî dekatin bîbewe bew qîmete
boçî naybey xot be gurcî bê’eqił bo wadekey
anedan boçî be ḧemmal îḧtyacî zeḧmete
’îbî yuk ’adet mizî hir bwîle dirTurkish
aḧtyac miz asla yuktir saye nizdin dulteTurkish
ey dirozin bo qiroşê kêçekanit ganeden
swîlemim yalane canim swîlirim bin siḧteTurkish
’asîPen name wazbêne lewane her du’ay îslaḧ bike
derḧeqî xot û ewanîş xwa be fezil û řeḧmete