felek şîne leber şîwen melek piř zare lem zare

From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 2 minutes  711 views
le wextî şêx meḧmûd le eşkewtî casney dabû, îngilîs be teyare burdumanî dekird, emin le dêy sartike bûm. hemû řoj agadar bûm teyarde dehat. le taran ewem nûsî
felek şîne leber şîwen melek piř zare lem zare
zemîn sewze be towî ẍem leber em hat û haware
kewa neslî řesûle lila ẍerîqî beḧrî ḧesret bû
xuda, keştî necat ba bê lebo em şoxe serdare
binêre nûḧî lutfî xot sefîney şadî hełbestê
leser cûdî silêmanî qirar gîr bê ke em care
ker û sîk û seg û soçer, teyare û qunbule û şest tîr
hemûy xiřbûnewe yekser leser em şahe nazdare
dexîl ey dewłetî îslam hetakey mat û bêdengî
ke meḧmûd çende meẍdûre binêrin top û teyare
mela û derwêş û sofî û şêx, ẍezaye boçî westawin
mezate cennetul’e’la be řûḧ herkes xerîdare
lew likey mîlletî îslam kerîm beg sadîqulwe’de
detwanim şahîdî bo bidem le řîzî łismî ebrare
’elî şêrî xuda kwanê qełakey xeyberî řûxand
ke şêx meḧmûdî kake ḧimed giriftarî segî hare
qumandan ’esker û zabit, serim qurbanî sertan bê
metirsên dujminî dînman hemûy meymûn û segsare
be řupye û not û ane û fêł kiřî ẍîret be yekcarî
sîlaḧî dînî derhêna le dest îslamî bêçare
dexałet ey ’eşayrha bikêşin ẍîretê êweş
ke şayed nutfeyî eḧmed necatî bê le em ẍare