qemer hatote ser îklîl be umêd fîkir û tedbîrim

From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 1 minutes  848 views
qemer hatote ser îklîl be umêd fîkir û tedbîrim
le’îlmî cefir wihem ḧerfa xerîkî best û teksîrim
le řemil û zîc û zayrce lih qebzî xarc û daxil
le beytî nesretî daxil niqî alxildArabice zincîrim
le eflakî ’îşqibazî diłim bote zuḧel seyrî
minîş wek mişterî carê le dewrî zuhre te’xîrim
qemer yare le řeẍmî min deçête menzilî beldet
leser si’d alsi’udArabicm dî nîşaney bext û te’sîrim
çi cêgey lomeye yaran ke ew qutbe diłim cedeye
nîşaney qîble nasînme meken înkar û tekfîrim
be da’îm bo wîsałî ew xerîkî řabîtey wîfqim
le ḧewlî me’rîfey siřřam leser kubra û tesẍîrim
mutałay fennî cefirim kird le best û kesir û îzmarî
netîcey wesłî pêdam û meger ma hîmmetî pîrim
ke cem’î ke’bî ḧerfim kird lebo te’sîrî ew řemze
ke têfkirîm buwe essî cenabî pîrî destigîrim
gutim besye îtir ’asîPen name çîye em laf û de’waye
ke to cehlî murekkeb bî mełê munşîy îksîrim