meḧmûde xetî ḧusnî cemalit be qyasim

From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 1 minutes  817 views
meḧmûde xetî ḧusnî cemalit be qyasim
bo duřřî me’anî wekû ẍewwas û heyasim
hatote tebessum be seba ẍunçeyî fîkirim
ser ta be qedem ferşî ẍezel bote lîbasim
kewtûme jêrbarî ẍem û derdî fîraqit
baweř meke lew derde çi derçûn û xelasim
bakim nîye ’alem hemû bedgo û ’edûme
serḧełqeyî em ’îşqe be dił wa ke denasim
ey şahî cîhan diłberî ře’nayî zemane
muḧtacî be dermanî wesił cergî pelasim
bêneqdî wîsałit le cîhan nîme řewacê
bêzewq û sefa bêdił û hem ’eqił û ḧewasim
’asîPen namem û kemer beste û kemtir le ẍulamit
cêy fexre ke lem dergeye zebbal û kenasim