hênamîye em dergeye îmřoke nesîbim

From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 1 minutes  737 views
hênamîye em dergeye îmřoke nesîbim
herçende ke bêsebir û dił aram û şekîbim
sařêj û qepatî bikey ey xusrewî şîrin
bo derdî diłî xiste kewa bûye tebîbim
diłřîş û cighir pare û meftun û zebûnim
aware û ser’asîme bê’îşq û ẍerîbim
tê berbuwe agir be tewawî le deřûnim
bednawî ke kirdim le cîhan cewrî řeqîbim
bê’îlim û şeref kewtime zîndanî cehalet
wek saḧîrî bedbexte řeqîb dawye firîbim
hatûmete em derge be ’înwanî dexalet
her cêgeme em qapîye ta řojî ḧesîbim
’asîPen name be hîway fîkirî necate le cenabit
toş wameke lew lutfe ke bêbehre berî bim