eger awêne teşbye kem be řûyî to emin řût bim

From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 1 minutes  753 views
eger awêne teşbye kem be řûyî to emin řût bim
hîlakî derdî dûrît û kujawî tîẍî ebrût bim
be ẍeyrî to be diłdarê bidem ger dił, wefadara
be dû zułfî tenafînit legeł sêdareda cût bim
bebê dû çawî mestî to eger mest bim be bade û mey
be nakamî le wesłî to hîlakî çawî cadût bim
le dił nařwê enîsî min eger bêt û le fîkirit kem
ḧełal bê bimkuje xwênim fîdayî dest û bazût bim
le dûrî to eger şad bim le şadî dûr û bêbeş bim
be ḧukmî qudretî barî ke menfî hînd û bêrût bim
eger bîdem be cennet min ẍułamîy koyî to cana
le mayey wesłî to cana be da’im řût û nabût bim
beraberkem legeł lêwit eger le’lî bedexşanî
minî ’asîPen name le hîcranit bequrban řût û nabût bim