wekû bulbul legeł gułda bebê xarî cefa nakem

From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 1 minutes  877 views
wekû bulbul legeł gułda bebê xarî cefa nakem
legeł diłber çi diłdarî bebê şerit û wefa nakem
ke diłber dwênê way fermû sibeynê cejnî qurbane
çilon bew mujdeye cana emin seyr û sefa nakem
gułim îmřo ke we’dî da gutî wek xar were berpêm
behay ew lutfe ew kirdî beẍeyr ez řûḧ eda nakem
be fetway pîrî meyxane xerîkî mezhebî ’îşqim
wekû zahîd le řûy ’alem řyakarî û ḧeya nakem
be tîrî ’îşqe min cergem fwarey xwênî lê deřjê
birînî qiłimjey diłber be sed luqman dewa nakem
xuten bo qîmetî çawit ḧeqîqet fîkirî nadane
emin sewdayî yek lencet be maçîn û xeta nakem
ewa řûḧim le meydane eger wesiłit bibê esłî
bizane ’aşiqe ’asîPen name ke sewday bêbeha nakem