le dastanî kurdîye egêřnewe ełên dû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  855 views

le dastanî kurdîye, egêřnewe ełên:

dû padşay be desełat û amozay yek bûn, aqarî qełemřewî herdûkyan pêkewe bû. kabrayekî derozeker hebû le wiłatî yekêkyana dû kiçî şox û şengî hebû, xeramanî ermen û pelk sewzî dastan hawtayî ne’ekirdin. nawbangî nazdaryan le hemû wiłata dengî dabuwewe. cwanî emane bergiwêy herdû padşa kewtibuwewe, hatne ser ewe ke her yeke yekêkyan mare biken, nisîb yekî xistin, dû nemamî dastan bûn be hawserî dû şazadey cîhan. em dû kiçe le geřanî berderwazanewe kewtine naw telarî şahî û mêrg û mêrẍuzarî şadîyewe. nanî co, řeşkey berdermałan, bû be genmî behare û şîr û şekirî naw małan. meger xwa bîzanê kewtine çi xoşyekewe. řojê be řêkewt yekê lew dû padşaye ke çuwewe bo jûrî ḧeřemsera seyrî kird wa jinekey le her taqêkî jûrekeya kerte nanî řeqî danawe û kes le jûrekeda nîye, be bertaqekana esûřêtewe, destî řagirtuwe ełê xwa le destitan nebřê penceye nanim bidenê.

be destekey tirî tozê naneřeq exate ew destyewe, tûrekeyek le milyaye eyxate naw tûrekeke û ełê xwa lêtan nebřê. eçête bertaqêkî tir herweha, ta hemû taqekan bew core hemû egeřê, paşan eřwa ew cile şiřane ke leberyaye day’ekenê, cilî xanman leber eka û eçê leser doşek da’enîşê.

padşa leme zor serî siřma, çuwe jûrewe le tenîştyewe danîşt û pêy wit banû to şitî wa bo ekey? xanim le pêşa neçuwe jêrî, paşa witî xom be çawî xom dîm. xanim seyrî kird hîç çarî nîye, witî: řastî padşahim! min wam le naw hemû naz û nî’metêka, le hîç şitêk natewawîm nîye, ne le xwardin, ne le leberkirdin, ne le kenîzek û xułaman, bełam kirmêk le serma cûłey ekird, wextebû şêtim bika, şew û řoj bewewe etlamewe. le encama têgeyştim ke eme îşî çîye, min sereta be deroze û be swałkirdin fêr bûm, êste ewem lê biřawe, hîç çarêkim nedîwe ewe nebê ke bew core xom şiřebar bikem û be bertaqekana bisûřêmewe, daway naneřeqe le taqekan bikem. bew core îtir ḧesamewe û hîç derdêkim nema.

emca padşakey tirîş řojê ke çuwe jûrewe seyrî kird jinekey wekû jinî padşakey tir be bertaqekana esûřêtewe û daway parçe naneřeqyan lê eka û le paş tewaw kirdinyan xoy ekatewe be xanmekey caran.

padşa lêy epirsî bo çi wa ekey? jine witî:

padşahim! min sereta swałker û geda bûm, bew core ke to minit bînî le bermałana gedayîm ekird, êste kewtûmete ser em naz û nî’mete, hercare ne carêk dênim wekû pêşû be bertaqekana esûřêmewe û ew taqane be małekan da’enêm ke swałim lê ekirdin, emca xom be xom ełêm to sereta wa bûyt, xotit lê negořê. padşa nawçewanî maç kird û witî; necabet be zate, nek be esił û neseb.