lew nawçey amêdîye sałêk dinyayekî zor...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  636 views

lew nawçey «amêdî»ye sałêk dinyayekî zor tûş û sard bû .lewane bû qiřan bibêt. befir hemû dinyay dagîr kirduwe. pyawêkî «heras» naw le gund der’eçê bo darkirdin, kełegayek le gundekeda şêt bûbû, çawî sûr kirdibû, řawî xełkî ena û kes ney’ewêra berçawî kewê. wa dyarbû boşyan řênekewtibû bîkujin. ew gaye ke çawî be kabra ekewê lew çołewanîyeda şwênî ekewê, kabraş hîç çekêkî pê nîye û gayekeş enasê. hîç çarî namênê eşkewtêk le nizîkyewe ebê, beher cor bê xoy eka be kunî eşkewtekeda. gayeke şwênî ekewê, ew naçê be kunî eşkewtekeda, gelêk xerîk ebê hîç bo nakirê. emca dênê le berkunî eşkewtekeda ekewê û pał eda be kunekewe û kun egrê û kabraş wa be jûreweye.

kabra le jûrewe le sûçêkewe kiřnûş da’eda û le fîkir kirdineweda ebê. tozê berçawî řûnak ebêtewe temaşa eka wa řeşemarêk lew beryewe pepkey xwarduwe û nîwey şwênekey dagîr kirduwe. kabra be carê henawî dête xwarewe, le derewe gayeke berkunekey lê girtuwe, le jûrewe em mare le beranberyewe. le řastîda dinyay lê ebê be çermî çoleke.

lem fîkiraneda bû temaşay kird wa le tenîştyewe dûpşikêk be endazey bistêk řûbeřûy hat, hate ser kełemustî pê û be leşya hełgeřa û çuwe tewqeserî û be şwênekey xoya geřayewe û řûy kirde mareke. çuwe ser piştî mareke, geřa geřa çuwe ser tepłî serî day be kelley seryewe û emca leserî laçû, řûy kirde dergay eşkewteke - wa emîş her çawî lêye -. gayeke berkunekey girtibû day be gawe, ga bořeyekî lê hesta û le şwênekey xoy cuła, tozê çû bew lawe kewt û berkune beřeła bû. dûpişk dîsan geřayewe hatewe bo lay «heras», wekû carî yekem geştêkî be leşya kird û paşan dabezî lew şwênewe ke hatbû lew şwênewe le çaw win bû.

heras witî paşan ke hestam çûm be lay marekewe darim têwejend temaşa ekem topîwe, hatme derewe pêş ewe le kuneke derçim seyrim kird gayeke lew lawe kewtuwe û her çwar pelî řakêşawe, zanîm ke nemawe, çûme serî temaşa ekem mirdar botewe.

em base şêx eḧmedî neqşibendî boy gêřamewe.