le dastanî gwê agirdanî kurdîye ełê carêk...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  798 views

le dastanî gwê agirdanî kurdîye ełê:

carêk xidrî zînde le deştêka tûşî kabrayekî řîş sipî pîs û poxił û çawdadřaw û dem xwar bû. çwar kerî be barewe dabuwe pêş loke lok eřoyşit. lêy pirsî to şeytan nît? witî berêwełła hewm, ya xidrî zînde. witî bo kwê eçî? witî bo kesabet eçim şitêk peyda kem bo minałekanim. witî barî gwêdrêjekanit çîn? witî eweyan cewr û siteme. witî be kêy efroşî? witî be padşahan! ewey dûhemîşyan ḧesadete. witî be kêy efroşî? witî be ’almekan. witî ewey sêhemyan xyanete û gizî kirdine. witî be kêy efroşî? witî be ticar û bazirganekan. ewey çwaremîş ḧîle û fêłe. witî be kêy efroşî? wit le jinan bew lawe kesî tir nîye.

witî ca em kiřyaranet dest ekewê? witî ya xidrî zînde! eger êwe lêm bigeřên û waz le xełkeke bênin hemûy be řojêk saẍ ekemewe.