miḧemmed erdełan ḧakim bû le hełebce lew...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  719 views

miḧemed erdełan ḧakim bû le hełebce. lew serdemeda jinî hênabû le pişûda bû. mîrza ẍefûr hebû her lew serdemeda û her le hełebceda, pyawêkî kurdî cafî labû nawî «biraḧeme» ebê, eynêrê bo bazař nazanim çî bo bikřê. leber ewe ke zor kes le ehlî bazař lew wexteda le bangîştinî ahengekey miḧemed erdełan ebin, dukan kemtir hebû. biraḧeme şitekey bo nakřê û bedestî xałî egeřêtewe û ełê: bazař çoł bû ḧukumet jin dênê.