pyawêkî xwabyamerz hebû le serdemî ḧikumetî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  732 views

pyawêkî xwabyamerz hebû le serdemî ḧikumetî ’usmanîda kar be destêkî tozê gewre bû. ḧukumetî ’êraq damerza û pileyek le îşekey hate xwarewe. her çend sałê pileyekî tir ehate xwarewe heta hate ser «mîrza katib», be îstiłaḧî ew dewreye. çuwe lay şêx selamî şa’îr pêy wit to keyn û beynit legeł emîn zekî begda heye û ewîş êsta wezîre û leser îşe, bełku bimbey bolay pêy biłêyt pileyek serimxen û leser em katbye lam den. şêx selamîş ełê başe û legeł xoy hełî’egrê eybat bo lay emîn zekî beg. eçin û da’enîşin û paşan be emîn zekî beg ełê qurban eme fiłan kese û dirawsêy xomane, her le konewe kar be dest buwe, her řoje na řojêk pileyek hênawyanete dwawe, êste hatote lay min ke bîhênim bo xizmetit bo ewe be her core buwe, bełkû îşêkî wa biken, pileyekî tir bîhênne xwarewe û bîken be feřaş. kakî xwabyamerz ke gwêy leme bû her lewêda berbuwe cinêwdan û qise witin be şêx selam: hey nacsin! min tom bo ewe hênawe ke bimkey be feřaş ya serimxey? şêx selamîş têy berbû û witî hey nacsinî małwêran! to ewetî heyt herwekû mîzî ḧuştir her berewdiwa egeřêytewe, taze etewê serkewîtewe? hîç şitêkî tir nemawe bitken bewe tenha feřaşî nebê, min witim bitken be feřaş û îtir dway ewe hîçî tir namênêtewe ke bitken bewe bo xot řizgarit ebê.

emîn zekî begîş bem karesate pêkenîn eygirê û lam waye îşêkî bo xwabyamerz kird.