şîrwan ’elî emîn gêřayewe witî lem...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  672 views

şîrwan ’elî emîn gêřayewe witî:

lem serdemaney dwayîda tenekeçîyek hebû le suleymanî westa fetḧułłay naw bû. řojêk kabrayekî ’ereb eçête lay daway lewḧî lê eka. ewîş hîçî lê tê naga, le ’erebîşda tenha wişey «yabe» ezanê û yiçî tir. kabray ’erebîş le wişey «kake»we bew lawe hîçî tir nazanê. hîçyan le hîçyan tê nagen. le encama westa fetḧułła destî berz ekatewe dest eka be piłtok lêdan û bedemîş ełê: «yabe hey ling ling û ding ding heye, ding ding».

kabray ’erebîş ne le ling ling û ding ding tê ega ne le piłtok lêdanekey. pêy ełê: «şitgul». ewîş wekû beřûy le dema hełtoqîbê be kurdî pyadêt, ełê: lewḧekan dû corin, corêkyan tenkin, ke piłtokî lê edey, deng edatewe û zîngey lêwe dê ełê ling ling ling. corekey tirîşî estûre ke piłtokî lê edey dengekey ełê ding ding ding, ca cenabit kamyanit ewê?

kabray ’ereb lem fermayşane serî siř emênê û demî ebê be tełey teqîwe û lê eda eřwa, çunke le hewełewe le ling û ding tê ne’egeyşit êsta em řîs û gurîseşî hate ser, her be tewawî serî lê têkçû.