ḧekîm çeperî mirdin cehlî murekeb dû sofî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  847 views

ḧekîm: çeperî mirdin.

cehlî murekeb: dû sofî le yek şwêna.

«derwî be řeḧmet»: lefzî sê tełaqe.

«bedbext»: ew keseye, ke be dest kiçewe gîrî xwardibê.

«maç»: dełałî ew şiteke.

«xêrxiwa»: ew keseye ke pîrejnêk be wanêkêk bilawênêtewe.

«řesûł»: xêrî xway dujminan.

«xawen paye»: dujminî hemû kes.

«serdar leşkir»: petî gesk.

«feqê»: her birsî.

«çeper»: xizmetkarî xořayî.

«pyawî aza»: be pîr mirdinewe çû.

«dastannûs»: pişîley miłaz le kunî mişk girtû.

«nexoş»: sermayey duktor.

«beła cewî»: lotî nwêjker.

«wa’iz»: ewey bîłêt û neykat.

«xoşbext»: kesêke ke hergîz řûy ḧakim û ḧekîm nebînêt.

«jîrî»: hegbey hemû core bas û xwasêk.

«xawen eqił»: ew keseye ke eqłî guzeran û jyanî nîye.

«xułam»: jinî nezok.

«dêwane»: řêgir.

«melazade»: kitêbfiroşî be herzan û tałan.

«ewlad»: xoşî dił û azarî gyan.

«bê meze» :wişke me’refet.

«bê xem»: ew keseye ke her be kołanana be hîç û puç esûřêtewe.

«kerwêşk»: leşkirî şikaw.

«sergerdan»: lûskey bê mişterî.

«bertîl»: gêřî otomobêl.

«hawşarî»: kesêke ke her le baw û bapîryewe, ’eybî yekêkî tir her le baw û bapîryewe ezanê.

«murted»: bira le małî xuşkida.

«diłteng»: bawik le małî kiçda.

«naçar»: qerzar.

«ekabir»: bengêşî penamekî.

«hîç»: wiłamî îşî xirap.

«zistan»: awî kepû.

«hawîn»: kêrî dirêj.

«fatḧe»: sermayey derozeker.

«{arbismîlla}»: eger têrî, mexo.

«baweḧîz»: ew kesey le nîştiman hełdêt.

«maç»: dîsan berkołî wanêkeke.

«tewbe»: piştîwanî gumřahan.

«ḧafzî qur’an»: gwîndey xu.

«şikat»: bêzarî le doste konekan.

«felaket»: encamî zanyarî.

«pîsî»: şitêke le hengiwên şîrîntir bê.

«paredar»: bê îştiha.

«mitukil»: çaw le derga.

«daxdar»: bawkê be nawî kuřewe naw derka.

«mirdûşor»: ew keseye ke kêrêk eşwa hełnastê.

«her beřojû»: wanêkî pîrejin.

«xwanî yeẍma»: ew kuřeye, ke ekewête ber pelî aẍagelê hetîwbaz.