bo medhoşî şa’îr û bełênekey

From the Book:
Dîwanî Kakey Felaḧ
By:
Kakey Fallah (1928-1990)
 1 minutes  616 views
nefis be hîway ew bełêne bû
hêlkey çî?! hemûy dû zerdêne bû
wityan bê xwêye, min ketamim kird
beynî beynełła hîç bê xwê nebû
pîrîye, yan xem zeynî kul kirdûn
bîr tîjîy êwe xo kem wêne bû
çwarşemme û şemme û sefer dwayî hat
dengî telefon bo ber gwê nebû
serma xerîke dûrkewêtewe
ciłqey hêlke bor le hîç kwê nebû
qerz kon ebê, biłêy nefewtê?
mesel kone, hî emřo û dwê nebû