bo şarekem

From the Book:
Dîwanî Kakey Felaḧ
By:
Kakey Fallah (1928-1990)
 1 minutes  1513 views
ey şarekem!
nazanim to
tînûy xwên û tasey minî
yan min tamezroy xaktim?
boye herçen şewî jînim
lê tarîk û şewezeng bê
şîley temenî şîrînim
le xema, piř jar û jeng bê
xoşewîstî nêwanman
hîç nayewê, le to dûr bim
hîç nayełê, wek bałdarê
terîwî ew dîw sinûr bim
***
ey şarekem!
ke le şa’îrêkyan pirsî:
çone ’îşq û xoşewîstî
parîsNamed-Entityt kirdote xulya?!
çone wa naygořîtewe
be hemû şaranî dinya?!
leber ewey ke zînduwe
bizêw û ser be gêçeł û nemir buwe
***
silêmanîLocation!
minîş le asoy naxewe
begwêy toda eçirpênim ta bimênim
xwênim şarî wek toy ewê
diłim yarî wek toy ewê
bilbilî soz û kełkełem,
her beharî wek toy ewê
her hewarî wek toy ewê