çiley mateme û koçî behreyek

sebaret bewey ke mamosta «miḧemmed mistefa kurdî»y koç kirdû zortir çêjî le şî’rî ’erûzî û babetî qafyey yekgirtû wer’egirt, minîş be heway ew ḧez û arezuwey ewewe, bo çiley matemekey, em qesîdeyem, leser ew tanupoye çinî
From the Book:
Dîwanî Kakey Felaḧ
By:
Kakey Fallah (1928-1990)
 3 minutes  698 views
ey mamosta û ey hawřêy wişey gyanî be gyanî
gerçî beşêwe û dîmen winî berçawekanî
şepolî dengî nizimit nada le perdey gwêman
bê tase, bê henase, le şarî xamoşanî
dwênê ḧafizNamed-Entity eyfermû, êmeş baweřman wabû
zîndû ke mird berdêke yadgar û nîşanî:
«emřo ke leber çawim, lutfê bike legełma
sibey mirdim bê sûde firmêskî peşîmanî»
ḧacî qadirNamed-Entityyiş fermûy: «çî cê bimênê nawe»
ew naweş nawî çake, boman û bo nemanî
temen her çen dirêj bê, mirdin eypêçêtewe
mirov çak bê, yan xirap, çaw lêk enê jyanî
dyare pêwaney řastî mirovî řasteqîneş
xoşewîstî û xebate bo gel û nîştimanî
xoşewîstî û kiney toş bo em gelî kurdeman
berz û pîroz û dyare, wek çyay kurdistanî
be kurdî petî nûsîn, bew hemû hêz û pêze
le bełge bewlaweye, nexşênerî pexşanî
çîrok û sergiruşte û pend û bawî xomałî
berhemî behrey to bûn bo gencîne û samanî
ew behreyey ke siruşt bew qełemey toy dabû
sîḧrî řûte û ebarî bo ser diłdarekanî
guła û pirjênî baxî ’umrî dirêjî to bû
pirşingî jînNamed-Entity û hîwaNamed-Entity û řojî nwêNamed-Entity û silêmanîNamed-Entity
xo le ferhengî xałNamed-Entityda serbazêkî win bû bûy
lew perêzeşa xot xot kirde qoçî qurbanî
carcareş be tirsewe legeł firîştey şî’ra
sereta tikêtan ekird, eşçûyte cê juwanî
le şîkirdinewey şî’rî berzî dêrînî kurda
serçawey mitmane bûy bo tînûy bax û kanî
cê dest û pencet dyare betabloy kitêbewe
bo ciger goşekan û bo edeb û zimanî
le aqarî řewştî pîrozî taybetîşa
mirovê bûy nimûney pakî û řastî û řewanî
bê fîz û bê hewa bûy, sade û sakar û bê wey
qise nesteq û xoş dest, swar çakî nuktezanî
ayîn perwerî řast û kurdêkî saẍ û sûtaw
dijî ayîn û oyîn, bê kełkełey şeytanî
mamosta gyan! egerçî çiley matemî toye,
pirsey dwa koç firmêske û sozew kispew giryanî
pirsey giştîş eger bû, wek heye, hîç nagrîn
giryan çekî damawe, bo bê destewstanî
xem ebê bibê be giř, firmêskîş be biłêse
çira eger nesûtê, şewe û tarîkistanî
toş le şewî tarîka, wek mom, kiz kiz esûtay
řûnakît pê ebexşîn, řûbeřû, yan penhanî
daxekem, berubûmî tîşkeket hermeło bû
zaxawî çawtî neda, neşara û nexermanî
çaw lêk nê, diłnya be, newey emekdarî kurd
kurdîNamed-Entity feramoş naka, erkêke û leser şanî
ta em kurde bimênê, yadî kurdîNamed-Entityş emênê
bê xem binû le xaka, to şeketî wiçanî