eme yekêkye le amojgarîyekanî řeḧmetî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  696 views

eme yekêkye le amojgarîyekanî řeḧmetî, eyfermû:

bezeyît bemaneda bêtewe ta xwaş bezeyî be toda bêtewe:

jinêkî cwan ke mêrdekey çûbê bo sefer.

diłsûtawêk ke yekemcar tûşî yarekey ebê û ḧeytekey hełnastê.

kabrayek ke eçête jûrewe bo şayetî û kabrayey tir ew şayetyey be dił nabê, çunke şayetyekey ew le qazancî ew nabê, kabra lêy moř ebêtewe nawçawî lê girj eka.

ew desteye ke leser mêzî xwardinewe danîştûn û qumêkyan xwarduwe û hêşta ser xoş nebûn ’ereqekeyan řijawe.

kuře gencêk ke be dest jinêkî pîrî qołtiřewe gîrî xwarduwe.

kiçêk ke «bin» ekey nemawe û şewî gwastineweşî nizîk botewe.

ew jine ke cilêkî teřî le ser tenaf hełxistuwe, kitûpiř tenafeke epçiřê û cilekan ekewne ser xołeke, ewîş ełê: ey.