’elî bapîr hebû xoy le xoya dinyayekî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  734 views

’elî bapîr hebû xoy le xoya dinyayekî serbexo bû, ew jyaney be lawe jyan bû ke legeł kuřanî newnemamana řaybiwêrê. toyş eynasî. carêk şew ebê ew kuřey ke diłî lem sendibû we awarey ew deşt û herdey kirdibû tûşî ebê. dest eka be geme û gałtekirdin legełya. kuře be mestekołe ber ebête ser û gwêlakî ’elî ’aşiq. lem çinge pirçêyeda destî xwênawî ebê, ya xwênî xoy, ya xwênî ser û połakî kake ’elî. ewendey tir tûře ebêt û dest edate xencer le kake ’elî. ewîş ełê be xwênî ’aşiqan û ew deste cwanet wa ke řengîne, be xencerî dî nîye ḧacet. çîye em cewr û em kîne?