lew ber kêwe pyawêk hebû sofî ḧesenî naw...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  844 views

lew ber kêwe pyawêk hebû «sofî ḧesen»y naw bû. legeł eweşa ke dewłemend bû, mindałî ne’ebû, her jinêkî ehêna, le paş maweyek jine bo ewe mindałêkî bibê, destî ekird be çeteyetî, sofî ḧesen pê ezanê û naçar tełaqî eda û jinêkî tirî ehêna, ewîş wekû pêşû der’eçû. carêk jinêkî cwankele û řêkupêkî hêna, ke le awî şew parêzî ekird, beme zor diłî xoş bû, demêkîş bû ke ḧecî le ser wacb bûbû, bełam leber ewe ke kesî nebû le lay małekeyewe daynê, pêy ne’ekira biçê bo ḧecekey. emcare îtir diłnya bû, hate ser ewe ke yekêk řagrê lay małeke daybinê ba be şew mał bê pyaw nemênêtewe. çû geřa kesî be dił nekewt, řojêk kuřêkî gêlokey berçaw kewt, pêy wit řołe were lay małekem, min eçim bo ḧec ta dêmewe agadarî mał û kabanî mał bike, emey pê wit. witî ba taqîşî bikemewe bizanim le hîç ezanê? pêy wit řołe ezanî kuz çîye? witî ey çon nazanim, kuz ew kûzełeyeye ke şîn ebê û be nanewe eyxon, zor xoşe. sofî ḧemeḧesen witî xwa dawye, kuřey birdewe bo małewe, xoy bargey pêçayewe çû bo ḧec. kuře le mała bû be řenicberêkî baş. kuřey řenicber bore zelamêkî çak ebê, sofî jin xoy lê xoş eka, bełam kuře zor gêl ebê. êwareyek agir ekenewe legeł kuředa dûbedû lem ber û lew berî agirekewe da’enîşin, ḧacî jin derpêy le pêda nabê. be corê da’enîşê ke dwabřawekey dem bikatewe, kuře çawî pê ekewê, ełê xanim ewe ew qełeşe çîye lewê? ewîş ełê řołe ewe řojêk aẍat be tewr darî wird ekird, minîş herwa danîştibûm, tewereke derpeřî day lewê û birîndarî kird, wa bew core demî kirawetewe. kuře witî ey çak nabêtewe? witî berê wełła eger tîmar bikirê çak ebêtewe, ebê řonî têkirê. kuř agay le hîç nîye, zor boy ekewête xem û pejarewe, jine ezanê kuře doş dama û agaşî le hîç nîye, pêy ełê řołe xem mexo to etwanî tîmarî bikey, kuře ełê axir nazanim. ełê min xom fêrit ekem çon dermanî ekey. heł’estê lingewquç boy ekewê û be kuř ełê were naw lingimewe. ke eçê û ḧeyte bonî dwabřaweke eka, řast ebêtewe. jine ełê bîxere ser kunekewe pałî pêwe nê, bełê ewîş wa eka lew wexteda ke eyewê řeḧet bibê, jine seyr ekat kuře zor şiře, ełê ewe çîye? ełê xanim nazanim ya emirim ya gû ekem be xoma. aẍa jinîş ełê qûnî xot tund bigre, namrît. îtir kuře bem core fêr ebêt, her beynê ne beynê ełê aẍajin heste ba şwên tewrekey aẍam tîmar bikeyn bełkû ta dêtewe çak bêtewe.

ḧacî le ḧec egeřêtewe û kuře eçê be pîryewe û her le dûrewe bangî eka ełê aẍa şwên tewrekey to ke demî kirdibowe le naw lingî aẍajnima, hemû řojê tîmarim ekird, keçî ta êsta her çak nebotewe. ḧacyaẍay henase sard be carê çuwe tasewe û witî başe başe.