kabrayekî zordeyî ḧevde jinî hênabû sere...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  576 views

kabrayekî zordeyî ḧevde jinî hênabû, sere hate ser jinî hejdehemîn, lêreda tûşî bû be tûşî pîrejinêkewe. yekem şew eçête perdewe ełê:

selamu’elêk ey bûkî perde
ḧevdem hênawe be towe hejde

jinekeş be nazêkewe layekî lê ekatewe, goşeyekî çarşêwekey la’eda û ełê:

’eleyke selam ey zaway zorde
hejdem kirduwe be towe nozde

le paşa des eken be îşî xêr, le katî îşa kabra dest exate bîneqaqay jine, jineş herdû gwêy kabra egrê, kabra ełê ewe çî ekey? jine ełê ey to çî ekey? pyawe ełê newek le demtewe bêtederewe. jineş ełê minîş boye gwêt egirim eger kewtîte nawyewe binewm le gwêt řat kêşim û derit bênmewe. pyawe ełê ke wate hîçman le hîç, min eykem be nozde û toyş bîke be bîst, her lewêda lêk cya ebnewe.