řefîq ḧemedemîn qadrî mela le...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  632 views

řefîq miḧemedemîn qadrî mela, le suleymanîyewe nardî, witî:

sałêk feqêyek le «çeqij» hebû, hendê telebe hatne ewê, yekêk le telebekan wîstî gałte be feqêke bikaw lêy pirsî kakî feqê nawit çîye? witî eḧmed. witî kakî feqê î’rabêkit lê epirsim bizanim eyzanî? witî fermû. witî:«ya aḧimq alḧimar»m bo î’rab ke. feqêke witî bełê baş. witî:

ya ḧerfî nida eḧmeq terxîme
mîm munaday mufred, me’refey mîme
fi’il û fa’il bo wa mechuln
telebey ḧimar her dû mechûln
başe wa ḧimar her sałe û sałe
bełam telebe daym be fałe

ełê telebeke becarê waqî wiř ma, witî kake feqê êcgar waş ne. ewîş witî kakî xom, cwabî sinnan, quzełqurte.