pyawêk eçête lay mela ’ebdułłay bêjwê...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  636 views

pyawêk eçête lay mela ’ebdułłay bêjwê, ełê mamosta beřojû bûm, çûmewe bo małewe, minałekan beřûyan ebirjand, nefsim boy çû û destim bird denkêkim hełgirt xwardim êste çî bikem? witî babim řojêkî tir le batî bigrewe. witî minîş ewem kird, bełam çûmewe bo małewe minałekan kiroskyan hênabû, diłim lê çû û destim bird dinkêkim lê xward. witî řojêkî tirîş le batî ew řoje bigrewe. witî bełê beřojû bûmewe, bełam çûmewe bo małewe minałekan gêzî qeşanyan hênabû, destim bird denkêkim lêy xward. mela ’ebdułła îtir agirî girt û witî: babim! min wa be baş dezanim beřojû nebît ta destanit wekû keran debestinewe eyxene milit, hendê quzełqurtîş deken be memêtewe, ca ew wexte beřojû be û çawit derdêt.