pyawêk lew sere tarîkeşew bû řêbwar bû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  731 views

pyawêk lew sere tarîkeşew bû, řêbwar bû, řêgakey lê têkçû û serî lê têkçû, paşan mang hełat bû be mangeşew řêgakey dozyewe, emca řûy kirde mangeke û witî nazanim çî biłêm? eger ełêm xwa nûranît ka nûranît, eger ełêm xwa cwanit ka, cwanît, eger ełêm xwa ’imirit dirêj ka, ’umirit dirêje, ke wate her ewe ełêm; ey le dewrit geřêm xepley asman.