şêx řezay tałebanî legeł wesman paşay cafda...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 4 minutes  728 views

şêx řezay tałebanî legeł wesman paşay cafda serusewday hebû. hemû car hatuçoy ekird. herweha legeł xanmî wesman paşaşa ew nasrawyey hebû. řojêk şêx řeza be wesman paşa ełê, paşam to erkêkî zorî ’eşîretî cafit besereweye, em ’eşrete gewreye îdarey ewê, em dîwaxan û dewarî dwanze hestûnîye îdareyekî tirî ewê. to xotit kenar girtuwe, xanim îdarey ’eşreteke eka, ḧeqîqet serukarî dîwaxan û mîwan û mîwandarîş eka, bełam eme bo ew erkêke zyad le taqet, xwaş qebûłî nîye. xanedan û binemałey be nawbang zore lem kurdewarîye, etwanî jinêkî tir le yekêk lew xanedanane bênît, ew serukarî dîwaxan û mîwanan bika, xanmîş yek çaw bêtewe bo ’eşîretdaryeke û îdarey em topî cafe. şêx bem core diłî wesman paşa kirmê eka. em qiseye egatewe be xanim, xanim le şêx řeza tûře ebêt û enêrê eyhênin, pêy ełê şêx řeza to çon qisey wat lay paşa kirduwe? gwaye min ke «’adle» bim û le binemałe gewrekanî sine bim, wekû îdarey ’eşretdarîm pê ekirê, ey îdarey dîwaxan û mîwandarîm pê nakirê. şêx řeza ełê xanim min qisey wam nekirduwe û be diro emeyan bo hełbestûm. xanim ełê çon? lewaneye min emem le nawçaw paşaşewe xwêndotewe. şêx řeza ełê emey pê nawê, legeł paşada řubeřûman bikerewe eger min qisey wam kirdibû, ew wexte to heqî gileyît heye û etwanî ewey le destit dê beranber be min bîkey. xanim ełê başe. xanim bo sibeynê kořêkî sê qołî bo xoy û şêx řeza û wesman paşa řêk exa û sê be sê da’enîşin, xanim ełê şêx řeza ewe to û ewe wesman paşa fermû qisekanî xot bigêřewe. ełê qisey çî? ełê ew qisaney ke hanî paşa edey jinî tir bênê. ełê xanim jinî tirî çî, ewa paşa xoy be řuweweye û ewa toyş danîştûy, paşa wekû le nawçawya xwêndibûmewe leber ewe ke to erkêkî zorit be sereweye, jinêkî tir bênê, ew xerîkî dîwexan û mîwandarî bê, toyş serukarî ’eşreteke bikey. minîş witim paşa şitî wa mike, hewê le beynî yeka řênakewn, ewî be xanim ekirê be kesî tir nakirê, eger jinêkî tir dênît wekû topî mindałanit lê dê be destyanewe.

ew fiřêt eda bo ew û ew bo ew. eger dû jinî tir dênît wekû mencełî sê kuçkey agirdanit lê dê, her ebê dest bikey be kułan û coşdan be seryanewe û hîçîşt le dest naye, eger sê jinî tir dênît wekû çwar gurêsî dewarit lê dêt, her yeke be layeka řat ekêşin û toyş lew naweda pirzet ebřêt.

xanim min emem wituwe. xanim řengêkî sûr û geşî hełênayewe û her lew wexteda bangî kird xełatêkî başyan bo şêx řeza hêna û witî le biřwêş û keşk widoyneş bar ken ba şêx řeza bînîřêtewe bo minałekanî. witî ya şêx! hemû car her qisey wa bike. witî çonî nakem xanim? eme lem lawe xanim wa, lew lawe wesman paşa řeng le řûya peřî witî xwa bitgirê şêx řeza to key be lay minewe wat wit? to xotit řizgar kird û minit tûş kird. şêx řeza witî wesman paşa to hîçit le dest nabêtewe, hemû şit her layeqî xanme, be xwa sa hemû car her qisey way bo ekem, ca toyş keyfî xote.