şêx babe ’elî tekyeyî zyatir le heşta sał...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  611 views

şêx babe ’elî tekyeyî zyatir le heşta sał ’umrî kirdibû, yekêk bû le ’alme here gewrekanî suleymanî, le bin dest emeşewe le nukte û qisey nesteqda her yekêk bû le nukte bêjekanî suleymanî. carêkyan witî êwe wa ezanin ke min pîr bûm û guřî zemanî cwanîm nemawe. wityan çon ya şêx? witî ême le tekye le tenîşt małekemanewe berdêkî gewre hebû, ew serdeme ke minał bûm destim daye bom ne’ecûła, ke bûm be genc û heřetî herzekarî, her destim daye û bom necûła, êste ke êwe ełên pîr bûm, her destî edemê, keçî dîsan bom nacûłê, ke wate dewrî minałî û gencî û pîrîm wekû yek waye û hîç feřqî nekirduwe.