dû kitêb le naw feqêyana bawî hebû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  984 views

dû kitêb le naw feqêyana bawî hebû exwênra, yekêkyan «’wamil» yan pê ewt, ewîtryan «cim’ alciwam’». ew kesey ke sereta eçuwe feqêyetî destî ekird be «’wamil» û ewey exwênd. eweş ke le feqêyetî ebowewe hemû ’îlmekanî exwênd, destî ekird be «cim’ alciwam’». me’nay waye em dû kitêbe teqrîba emser û ewserî xwêndinî feqêyetye. şêx ’elî peřo hebû le suleymanî, melayekî wanebû. mela şêx babe ’elî tekyeyî hemû carêk eyut şêx ’elî ’wamil û cim’ alciwam’ wekû yek ezanê. şêx ’elî emey pê xoş bû, ye’nî çon ’wamlî be lawe asane, bo zanînekey cim’ alciwam’îşî be lawe awaye û be başî eyzanê. legeł eweşa mebestî babe ’elî ewe nebû, mebestî ewe bû, ke çon ’wamil bew asanîye nayzanê cim’ alciwam’îş herweha nazanê, le zanînyana her wekû yek waye.