qar aẍay qarawa pyawêkî hebû bayzî naw...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  658 views

qaraẍî qarewa pyawêkî hebû «bayz»y naw bû, nardî bo şar hendê şitumekî bo bikřê. pêşî wit eger tancyêkî řesenîşt berçaw kewt be her pareyek buwe bełkû le xawenekey werbigrî û bîhênî. bayz çû şitekanî hêna, bełam tancyêkî way berçaw nekewt, geřayewe. qaraẍa ke zanî tancî nehênawe zor tûře bû. bayz witî aẍam em tûřeyyey nawê, bełkû min nazanim tancî çone! aẍa witî kes heye nezanê tancî çone, tancî gwêkanî dirêje, kilk û nawqedî barîke. bayz witî ca aẍa eme asane, min eçim êste le qarewada segêk dênme em małe, qiset edemê her be yek ḧefte le birsana gwêy şořbêtewe, kilk û nawqedî wa barîk bêtewe be kunî sûjnewe firte bikat.